Muemer Qedafî, Muemer el-Qedafî, Muemer Qezafî an jî Muemer el-Qezafî (bi erebî: معمر القذافي, Mu'ammar al-Qadhdhafi) (7’ê tirmeha1942 li Sirt, Lîbyayê - 20'ê kewçêra2011 li Sirtê) di navbera salên 1969 û 2011'an de serokê Lîbyayê bû.
Di sala 1956’an de kete bin tesîra Nijadperestiya Ereba û tevlî tevgerên antî-siyonîst bû. Digel hevalên xwe yên dibistanê rêxistinek bi navê Tevgera Efserên Azad damezrand.
Qedafî di sala 1969’an de bû serpel û digel Tevgera Efserên Azad li hemberê Key Îdrîsî re darbeyek çêkir û ji xwe re rûtbeya Mîralayê girt û bû serokê hêzên çekdarî. Di wan salan de pişta xwe da dewletên Ereba û daxwaza avakirina Sosyalîzma Kesk kir.
Ji bo yekîtiya Ereban û digel welatên serbixwe li dijî nijadperestî û mêtingeriyê soza xebatan daye. Qeddafî di 7’ê Îlona sala 1969’an de ji aliyê DYA’yê ve hate naskirin.
Dema ku bû Serokwezîrê Lîbyayê Keyaniya Yekbûyî ji welatê xwe derxist û şîrketên niftê ji bo netewa xwe xebitand.
Dest avêt li ser mal û milkên Cihû û Îtalî û wan bi zorê ji welatê xwe derxist. Di dema dagirkirina Kîprosê de li dijî DYA’yê derket û alîgerê Tirkiyeyê bûbû.
Piştî mirina Cemal Abdulnasir xwest ku rola wî bigre ser xwe û li ser Ereban serokatî bike. Li hîn welatên Efrîqa û li welatên Ereban piştgiriya tevgerên çep kir û digel YKSS (Yekîtiya Komarên Sosyalîstên Sovyet) têkîliyên nêzîk saz kir.