Merdan Newayî

Merdan Newayî (an jî bi tirkî Aydın Üneşi), mamosteyê zimanê kurdî û teologê îslamê ye.[çavkanî hewce ye] Xwegirtiyê Seîdê Kurdî, bengiyê kurdewarî û kurdayetiyê û wergêrê Rîsaleyên Nûr e. Merdan Newayî di sala 1961ê de li gundê Cimzerqê ya li ser Kurtalana Sêrtê hatiye dinyayê.

Xwendin û karên wî

Wî dibistana seretayî li gundê xwe xwendiye (1969-1973). Piştî dibistana seretayî sê sal li medreseyan erebî xwend. Piştî wî, ji derve ve dibistana navendî kuta kir (1976-1976). Piştî qedandina lîseya Îmam Xetîb a Sêrtê (1979-1983), heman sal Fequlteya Îlahiyatê ya 9 Eylülê kar kir (1983-1988). Salek şûn de (1989) li Enqereyê dest bi mamostayîyê kir (1989-1996). Piştî wî çû Batmanê, tenê çar sal li Batmanê karî mamostehiyiyê bike, di sala 2000î de ew sirgûnê Yozgatê kirin, neçû Yozgatê, dev ji mamostehiyê berda çû bi aweyekî aktîv dest bi karê siyasetê kir; wekî rêvebir din ava HADEPê de xebitî (2000-2004). Di sala 2004ê de li Batmanê bi awayekî fermî Kursa Zimanê Kurdî vekir (2004-2006), Merdan Newayî yekemîn kes e ku bi awayekî fermî li Tirkiyeyê kursa zimanê kurdî vekiriye.[çavkanî hewce ye]

Merdan Newayî niha li şaredariya Batmanê wekî karker dixebite. Ev çar sal in ji devre ve li Meslek Yüksek Okuluya Midyadê dersên kurdî dide. Ji hêla din ve li Zanîngeha Artuklu (Înstîtuya Zimanên Zindî) li ser Eliyê Teremaxî teza xwe ya masterê amade dike.

Merdan Newayî zewiciye, bavê sê kur û keçekê ye.

Çavkanî