Mehmet Kemal Işık an jî Torî (jdb. 1931 li Midyadê - m. 17ê çiriya pêşiya 2010an li Stembolê) nivîskarekî kurd bû. Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke diyarbekirî û bavekî midyadî di sala 1931ê de hatiye dinyayê. Li dibistana Dicle Köy Enstitüsü li Erxaniyê mamosteyî xwend.
Di sala 1985an de kitêba wî ya kurteçîrokan a bi navê "Qolinç" li Stokholmê hate weşandin. Paşê kitêbeke din ya kurteçîrokan a bi navê "Şîlan" û romaneke bi navê "Mendik" nivîsandin û dan weşandin. Torî di wextekî navbir de bi nivîsandina kurteçîrokan û bi kitêbên tarîxî re mijûl bû. Wî di vî warî de 18 kitêb nivîsandin. Di heman wextî de jî ew ferhengeke kurdî-tirkî ya bi 12.800 peyvî nivîsandiye.[1]
Toriyê ku hê jî di nav çalakiya nivîsandina kitêbên dîrokî de ye, di 17ê çiriya pêşiya 2010an de li Stembolê mir.
Kitêbên wî yên kurmancî
- Qolinc - çapa 1ê (kurteçîrok) (Dengê Komal, 92 rûpel, 1985) ISBN 9186958011[2][3]
- Qolinç - çapa 2an (kurteçîrok) (Komal, 95 rûpel, 1992)[4][5]
- Şîlan - çapa 1ê (kurteçîrok) (Aza, 96 rûpel, 1990)[6][7]
- Şîlan - çapa 2an (kurteçîrok) (Komal, 91 rûpel, 1996) ISBN 9757102040[7]
- "Rêziman"/"Rêziman bi Kurmancî" - (Weşanên Azad, 1990)[6][8]
- Destpêka xwendin û nivîsandina kurdî (Arya, 111 rûpel, 1992) ISBN 9755600000[9][10]
- Ferheng Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe - çapa 1ê (Koral, 496 rûpel, 1992) ISBN 9757780162[11]
- Ferheng Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe - çapa 2an (Weşanên Berfîn, 615 rûpel, 1999) ISBN 9757354864[12]
- Ferheng Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe - çapa 3an (Weşanên Berfîn, 832 rûpel, 2004) ISBN 9757354864[13]
- Alfabeya Kurdî - (Koral, 112 rûpel, 1992) ISBN 9757780200[6][14]
- Mendik - çapa 1ê (roman, Weşanên Berfîn, 195 rûpel, 2002) ISBN 9756680199[15][16][6]
- Mendik - çapa 2an (roman, Weşanên Berfîn, 421 rûpel) ISBN 9789756680193[17](çavkanî divê were kontrolkirin, ji ber ku sala ku tê şanîkirin 2000 e, lê çapa pêşî di sala 2002a de derketiye)
Girêdanên derve
Çavkanî