Max Born (jdb. 11ê kanûna pêşîn a 1882an li Breslau − m. 5ê kanûna paşîn a 1970an li Göttingen) Matematîknas û fizîknasekî Alman bû. Sala 1954î bi tevî Walther Bothe, Xelata Nobel a fizîkê wergirtiye.
Bi xebatên xwe yên li ser relatîvîte, fîzîka rewşa hişkbar a elementan, atom, mekanîka qûantan û matîs, angaştên li ser optîk û kînetîk hwd tê naskirin. Sala 1907î ji zanîngeha Göttingen doktoriya fizîkê girtiye. Xwedî bingeheke xurt û zîrek a matematîkê bû.
Sala 1926î li ser mekanîka pêlan lêkolînên mezin dike û metodên hesabkirinê yên nû diafirîne. Xebatên wî di zanistiya fizîkê de gelek deng vedidin. Bi hatina Nazîyan a ser desthilatdariyê ji welatê xwe direve û li Edinburghê bicih dibe. Di dawiya jiyanê xwe de bi tundî li dijî çekên nûklear derdikeve.
Nivîsên bijarte
- Untersuchungen über die Stabilität der elastischen Linie in Ebene und Raum, unter verschiedenen Grenzbedingungen (Dissertation 1906) - Lêkolîn li ser stabîlîteya xêzên elastîk di dîmen û valahiyê, di bin rewşên cuda de.
- Dynamik der Kristallgitter (1915) - Dînamîka rîşiyên krîstalî
- Die Relativitätstheorie Einsteins (1920), Springer, ISBN 3-540-04540-6 - Angaşta relatîvîte ya Einstein
- Vorlesungen über Atommechanik (1925) - Dersên atomteknîkê
- Optik. Ein Lehrbuch der elektromagnetischen Lichttheorie (1933), Reprint Springer 1972 - Optîk. Destepirtûkek li ser angaşta tîrêjan a elektromanyetîk
- Experiment and theory in physics (1943) - Ceribandin û angaştên fizîkê
- Physik im Wandel meiner Zeit (1957) - Fizîka guherbar a dema min
- Der Luxus des Gewissens (Co-Autor zu Hedwig Born) (1958) - Lûksiya zanînê
- Principles of Optics (zusammen mit Emil Wolf) (1959) - Prînsîpên optîkê
- Von der Verantwortung des Naturwissenschaftlers (1965) - Ji berpirsiyarbûnên zanistên xwezayî
- Mein Leben (1975) - Jiyana min
- Born, Einstein Briefwechsel, Ullstein Taschenbuch (Nameşandinên wî bo fizîknasên navdar)
|
---|
Navneteweyî | |
---|
Neteweyî | |
---|
Akademîk | |
---|
Hunermend | |
---|
Însan | |
---|
Yên din | |
---|