Mîrzayê Biçûk (pirtûk)

Mîrzayê Biçûk
Pêşkêşkirina Saint Exupery - Muzeya Hewa û Feza, Le Bourget, Paris, Fransa
Nivîskar Antoine de Saint-Exupéry
Wergêr Fawaz Husên
Şêwe Zarok, Çîrok
Welat Fransa
Dîrok Nîsan 1943
Wêneçêker Antoine de Saint-Exupéry

Mîrzayê Biçûk (bi fransî: Le Petit Prince), çîroka herî bi nav û deng ya nivîskarê fransî Antoine de Saint-Exupéry ye û di nava çîrokên zarokan yên klasîk cih digire. Pirtûk heta niha ji 361 ziman û devokan re hatiye wergerandin.[1][2]

Çîroka pirtûkê

Rojek ji rojan pîlotek mecbûr dimîne ku bi balafira xwe li çola Sehrayê dakeve. Di sibeha bê de dengê zarokekî wî ji xew radike û ev zarok xwe jê re wek Mîrzayê Biçûk dide nasîn. Mîrzayê Biçûk jê re dibêje ku ew ji gêrestêrka xwe derketiye da ku hevalekî bibîne. Jê re dibêje ku gêrestêrka wî pirr biçûk e: Li ser wê sê volkan û guleke ji xwe razî heye.

Roj bi roj Mîrzayê Biçûk jê re qala çîroka xwe dike. Berî ku daketiye erdzemînê, çend gêrestêrên din geriyaye: Li her gêrestêrekê mirovek din jiyabûye lê Mîrzayê Biçûk ti kesî ji wan ji xwe re ne kiriye heval, ji ber ku her yek ji wan bi xwe re mijûl in û rû nadin ev tistên serekîn ên jiyanê, yên ku mirovan kêfxwes dikin.

Bi derbasbûyîna demê pîlot û Mîrzayê Biçûk dibin hevalên hev, lê Mîrzayê Biçûk pê dihese ku divê dîsa vegere ba gula xwe. Bi vî havî her du vedigerin warên xwe û soz didin hev ku ewê ti car hev û din ji bîr nekin.

Wergerên kurdî yên pirtûka Mîrzayê Biçûk

Mîrzayê Biçûk bi zimanên cuda cuda

Girêdanên derve

Çavkanî

  1. ^ "'The Little Prince' becomes world's most translated book, excluding religious works". CTV News. 7 nîsan 2017. Roja gihiştinê 30 kanûna pêşîn 2018.
  2. ^ Shattuck, Kathryn (2005) A Prince Eternal, The New York Times, 3 April 2005.