Lorraine (bi almanî. Lothringen) yek ji herêmên Fransayê ko li rohelata Fransayê dikeve. Ew ji çar departmanên bi navên Meurthe-et-Moselle, Meuse, Moselle û Vosges pê tê. Navenda wê herêmê bajarê Metz e.
Erdnîgarî
Lorraine li bakur roavaya Fransayê ye. Di navên axên ko ew lê runîştî çemên Meuse, Moselle û Sarre derbaz dibin. Sînorên wê bi dewletên Belçîka (Walonya), Lûksembûrg, û Almanyayê (Saarland, Rheinland-Pfalz) ve hêne. Sînorên wê bi herêmên Fransayê Franche-Comté, Elsas û Champagne-Ardenne ve jî hêne.
Gel
Nifûsa Lorrainê nêzî 2,3 milyon kes e. Li başûr, navend û roavayên wê herêmê fransî dijîn. Li bakurên Lorrainê jî bi gelemperî elman dijîn.
|
---|
Navneteweyî | |
---|
Neteweyî | |
---|
Cografî | |
---|
Yên din | |
---|