Lorîn S. Doğan (jdb. sala 1975 li Gundikê Şikro, Nisêbîn) nivîskareke kurd e.
Ewê dibistana seretayî, navîn û lîse li Nisêbînê xwendiye. Dû re li zanîngeha Dîcleyê, beşa Biyolojiyê qedand. Bi nasnava Lorîn Stran nivîsên wê di kovarên kurdî de derketin. Wê pirtûka xwe ya pêşîn di sala 2007an de derxist.
Pirtûk
- Kirasê teng, çîrok, Stembol: Weşanên Avesta, 2007, ISBN 978-9944-382-20-5;
- Destên vala, çîrok, Stembol: Weşanên Avesta,, 2012, ISBN 978-605-5279-11-0;
- Sindoqa girtî, çîrok, Stembol: Weşanên Avesta, 2020, ISBN 9786257253031;
- Serê sibê, çîrok, Stembol: Weşanên Avesta, 2024, ISBN 9786258383812.