Komkujiya Sêwasê yan Komkujiya Madimakê an jî Bûyera Madimakê, bûyerek e ku di 2ê tîrmeha 1993yan de li bajarê Sêwasê qewimî.
Li Sêwasê hoteleke bi navê Hotel Madimak heye ku bi destê komên nîjadperest û faşîst hate agirberdan û di encamê de 33 nivîskar, hunermend û rewşenbîrên elewî û du heb ji xebatkarên hotelê hatin kuştin. Li nava van mirovên qetilkirî Hasret Gültekin (22) jî hebû yê ku stranên kurdî û tirkî digot. Di ewî awayê dê 33 mêvanê hotêlê, 2 xebatkarên hotele, 2 êrîşkar hatin kuştin.