Komkujiya Koye komkujiyeke ku li navçeya Koye li Başûrê Kurdistanê di 28ê îlona sala 2022an ji aliyê artêşa Îranê ve li dijî sivîl û siyasetmedarên kurd pêk hatiye. Di encama êrişê de 17 kes jiyana jidest dane û 50 kes jî birîndar dibin.[1]
Mijara bingehîn
Piştî ku keça kurd Jîna Emînî ji aliyê polêsên exlaqê yên Îranê ve hate kuştin li bajarên Rojhilata Kurdistanê û li seranserê Îranê gel li dijî kuştina Jîna Emînî daketin qadan dest bi xwepêşandanan kirin.[2]
Di 28ê îlona sala 2022an de artêşa Îranê navendên rêxistinên siyasiyên başûr û rojhilata Kurdistanê bi dronan hate bombaran kirin û di encamê de 17 sivîl jiyana xwe jidest dide.[3]
Çavkanî