Dîroka çêbûna keviran girêdayî sarbûna magmayên xwedî germahiyên awarte ne. Xweza bêî rawestan diguhere û gelek tiştên jîndar piştî mirinê wekî mîneral û bermahiyan vedigerin xwezayê. Herwiha volkan kevirên nû diafirînin û hêzên sereke yên erd û exteran (gerstêrkan) bêî sekinandin asta maddeyê diguherînin. Hinan dikin kevir, hin keviran jî dikin xwalî.
Kevir, ber, berd, kuç, kemer, kemen û zimanê kurdî
Kevir di zimanê/n Kurdî de xwedî cihekî mezin e. Gelek wargehên cografîk bêjeya kevir girtine. Kevir di wêjeya devkî ya Kurdî te sîmbola mêranî û wêrekiyê ye. Herwiha kevir serhişkiyê û kêm-fêhmiyê jî bibîrdixe.
Gorî zanyariyê mirov objekta ku ji 63 mm mezintir e bi navê kevir binavdike. Yên ji wê piçûktir, xîç, xîz, şel, xwalî yan arî hwd ne. Yên mezin jî sale (sehle), zinar, moran, tal hwd ne. Mixabin li ser zimanê Kurdî kêm xebatên akademîk hatine kirin. Lewra jî tasnîfa bêjeyan nehatiye kirin.
Mermer: kevirekî sût e. Li Kurdistanê kevirnan bi reng hene. ku meriv dişkêne daximên sor, hêşin an reş derdikevin meydane. Hin hawinan xwe yên bi çînikin gurle jê çedibin.
Tîtik: kevirekî wek zerengîye. Şikandinê xwe gele zor e.
Hewarg: kevirekî gewr wek mînê kirêcê ye. Çima ku yî nerm e asan tê birînê û pê mal çêibin.
Çeqmaq: Rengî xwe reş, zer an jî sorengî dibe. Binî gaman bi kevirî çeqmêq çêdikin. Berê bi çeqmêq agir vêdixistin. Tirkî navî hêste (çakmak) ji ew kevirî tê.