Kendava Meksîkê deryayeke qiraxî ye ku di Okyanûsa Atlantîk de li bakurê rojavaya Deryaya Navîn ya Amerîkayê dimîne. Kûrahiya wê deryayê heta 4.375 m dadikeve.
Beravên wê yên bakurê rojava, bakur û başûrê rojavayê DYAyê (dewletên Florîda, Alabama, Mîsîsîpî, Louisiana û Teksas) û başûr û başûrê rojavayê Meksîkê (dewletên Tamaulipas, Veracruz, Tabasco, Campeche, Yucatán û Quintana Roo) in. Li başûrê rojavayê Kendava Kûbayê heye. Ew ser Tengava Florîdayê di navbera DYA û Kûbayê de, re bi Okyanûsa Atlantîk ve û Kanala Yukatanê di navbera Meksîk û Kûbayê de û re jî bi Deryaya Karîbê ve girê de ye.
Rûerda Kendava Meksîkê 1.600.000 km² ye.
Kendavika Campecheyê
Kendavika Campecheyê milekê Kendava Meksîkê ye. Çemê herî mezinî tala kendavê dibe çemê Mîsîsîpî ye.
Çavkanî
|
---|
Navneteweyî | |
---|
Neteweyî | |
---|
Yên din | |
---|