Kasa Cîhanî 2010 yan jî Mondiyala 2010 ya futbolê qehremaniyek bû ku di sala 2010an de li Afrîkaya Başûr hate lidarxistin û ji roja 11 hezîran 2010an heta roja 11 tîrmeh 2010an ajot. Ev yarî her çar salan carekê ji aliyê Yeketiya Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ve tê sazkirin.
Hilbijartina tîman
Piştî hilbijartineke pêşîn, 32 yaneyên welatên cuda di heşt grûban de tên dabeşkirin. Di her grûbê de çar tîm beranberî hevûdu dilîzin û her tîma serkevtî ji van grûban dikeve gera çaryeka dûmahiyê. Ji vê jî yên serkevtî çar in û diçin gera berî dûmahiyê. Di dawiyê de du yane dimînin bo dûmahiyê (fînalê) di yarîgeha Soccer City a Johannesburgê di roja 11ê tîrmeha 2010an de. Yaneya serkevtî ya fînala vê qehremaniyê Kasa Cîhanê dibe.
Welatên beşdar ên Mondiyala 2010
Di Mondiyala 2010an de 34 yaneyên ji dewletên cuda yên cîhanê beşdar bûn.