Jerome Isaac Friedman (jdb. 28ê adara1930an li Şîkago, Illinois) fîzîknasekî DYAyê ye. Sala 1990 bi tevî Richard E. Taylor û Henry W. Kendall guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatiye dîtin ku ji ber xebat û lêkolînên wî yên li ser elastîkiyeta kûr a têhna (tîn) elektron û protonan bû. Xebatên wî û Taylor bandorek mezin li ser fîzîka qûarkan kiriye. Herwiha li ser parçeya dendikî Hadronê. Friedman ji malbateke bingeh-Rûs e. Serî de xwestiye li ser hunerê perwerde bibîne. Heya bigire bo wê bûrs jî girtiye lê paşê biryara xwe dide, dest bi xwendina fîzîkê dike.
Ji sala 1960î ve ew li Înstîtuta Massachusettes a Teknologiyê Massachusetts Institute of Technology fîzîknas e, sala 1980 dibe gerînendeyê laboratûara fîzîka dendikî (xebatên nûklearê) û di nava salên 1983 heya 1988 jî birêveberê fakûlteya fîzîkê ye.