Hozan Şemdîn dengbêjekî kurd e ku di sala 1955an li Îdirê ji dayik bûye.
Jînenîgarî
Nivîskar Firaz Baran di pirtûka xwe ya bi navê Hunerkom de li ser jiyan û xebatên Şemdîn van agahiyan dide, ku Hozan Şemdîn ji sala 1972an û vir ve bi profesyonelî muzîkê çê dike. Di sala 1986an de li Lîbyayê berhema bi navê 'Dengê Karker' derxist. Di navbera salên 1988 û 2004an de sê berhem derxistin: Ala Rengîn, Ka Bûka Min û Desmala Govendê.
Şemdîn, di navbera salên 1988 û 2003an de di nava Koma Berxwedan de cih girt û di nava şeş berhemên Koma Berxwedan de stranên xwe gotin.
Li Med, Medya û Roj TVyê bernameyên bi navê “Şevbêrka Dengbêjan” û “Şevbêrk” amade û pêşkêş kir. Di bernameyên xwe de dengbêjên ji herêmên cûrbecûr ên Kurdistanê vexwend. Di vê bernameyê de bi sedan dengbêjên Kurdistanê kilam, şîn, stran û destanên xwe gotin. Bi vê yekê re xizmeteke mezin da çanda kurdan, ku ev çand bi dîtinbarî jî derket pêş. Stranên bi nav û deng ên wekî “Lê Amedê”, “Eva Dûnya” û “Dasmala Govendê” ya Hozan Şemdîn in."[1]
Çavkanî
- ^ Firaz Baran: Hunerkom Akademî Mîr 1978-2006, Weşanên Mezopotamya, 2007/Düsseldorf, rûpela 237-239
Dengbêjên kurd |
---|
Bakurê Kurdistanê | | |
---|
Başûrê Kurdistanê | |
---|
Rojhilatê Kurdistanê | |
---|
Rojavayê Kurdistanê | |
---|
Derveyî Kurdistanê | |
---|