Holenda Bakur, (bi holendî: Noord-Holland, bi firîzî: Noard-Holland) yek ji 12ê parêzgehên Holendayê ye ku li perava Deryaya Bakur a Holendayê ye û li nîvgiravekê li herêma bakurrojavayê Holendayê ye.[1] Paytexta parêzgehê bajarê Haarlem e. Bajarê herî mezin a parêzgehê Amsterdam e. Amsterdam paytexta Qraliyeta Holendayê ye û bajarê herî mezin a welat e.