Parêzgeha Hesîçe li rojavayê Kurdistanê ye û li bakurê Sûriyê dikeve. Çemê Ceqceq û Xabûr tê ve diherikin, çemê Xabûr yê ku ji Serê Kaniyê tê û pê ve tê xwarê bi aliyê başûr ve, ta ku bi çemê Firat re dibe yek nêzîkî Dêrezorê. Piraniya xelk û nîştevanên Hesîçeyê kurd in. Hijmara nîştevanên Hesekê dighê zêdetirî du milyonan.[çavkanî hewce ye]
Ev parêzgehe li ser çar deveran û çardeh herêman tê parçekirin. Hesîçe bi petrol û genimê xwe tê naskirin. Herwiha zeviyê wê yî neftê li Rimêlan û Hol û Çipsa ne. Piraniya nîştevanan çandinê dikin. Bi taybetî di çandina genim û pembo û fêkî wek sêv û tirî de pir navdar e.
Ji girîngtirîn bajar û bajarokên Hesîçeyê, Qamişlo, Tirbespî, Serê Kaniyê, Dêrik, Amûdê, Çilaxa û Şedadê. Hîna jî gelek bajar û bajarok tê de hene. Hijmara tevahiya gundewarên Hesîçeyê dighêje 1717 kesî. Hesekê parêzgeheke pir mezin di Rojavayê Kurdistanê de ye û bi taybetî di Kantona Cizîrê de.