Di vê albûma ku stranên bi zaravayên cihê yên zimanê kurdî tê de cîh digirin, pirsgirêkên jiyana herêmên gund û bajaran bi hev re tên pêşkeşkirin. Disa di vê albûmê de Şivan Perwer cara yekem li gel tenbûrê, amûrên kevneşopî yên muzîkê yên wek erbane, bilûr, mey û kemanê jî bi kar aniye. Ev di heman demê de, di albuman de bûye wek îşareta destpêka heyama aranjekirinê jî.
Taybetmendiyeke din a vê albûmê jî ev e: mînaka yekem a ‘vegotina çîrokan bi şêweya destanî’ li vir tê dîtin. Şivan Perwer dê salên dû re jî vê şêweyê pir bi kar bîne. Di strana ‘Xwedê da’ de veguherîna ramanî ya gundiyên ku ji gundan koçî bajaran kirine û li gund û bajaran ferqên ku pirsgirêkên civakî pêktînin, bi şêweyeke estetîk deng vedide.
Berhemên Di Albûmê De
- Lemilanim Ke (Sorani)
- Dayê Dayê
- Megri
- Dilo
- Cotkaro
- Hay Dil
- Xwedêda