Hafik, anku Ḧafik, an jî Xavik (bi tirkî: Hafik; di sala 1928an de wekî Ḧafîq hat nivîsandin[1]) yek ji navçeyên Sêwasê ye. Navê wê di sala 1926'î de qedexe kirine û bi hinekê guhertinê kirine Hafik.
37 km ji Sêwasê dûr e. Gorî hejmartinên fermî yên dewleta Tirk di sala 2000î de li navendê 5.600 û li gundan jî 13.687 kes dijîn. Şikên mezin di van statîstîkan de hene. Lewra polîtîkaya dewleta Tirk a "Helandine tixûbên Kurdistanê ji aliyê etnîsîteyê (1946)" hêj didome. 82 gund û 4 mezreyên wê hene. Hin mezreyan jî dewlet bi fermî napejirîne.