Gustil xelekeke metal e ku wekê nîşaneke ye ku kesên ku zewicandî an jî nişan kirî ne dixine tiliyên xwe. Mînakên despêkê ya gustîlê digihêje demên pêşdîrokî ku di Serdema Bronzê de hatine dîtin. Di van serdeman de gustîlên mezin hatine çêkirin. Lêbelê di demên şaristaniyên krîtan û mîkeniyan de (1800 b.z.) çêkirina gustîlên biçûk ên xemilandî hatiye destpêkirin.
Di çanda kurdî de gustîl ji mêj ve cihê xwe nav tiliyên evîndaran û sozdaran peyda kiriye. Wek çawa, di destana Mem û Zîn, helbestvanê mezin û navdarê Kurd, Ehmedê Xanî ji guhestana gustîla Mem û Zîn axifiye. Li şûna gustîlê, “Enguşterî” û “Xatem” hatiye nivîsîn. Xanî di beşê I4′an ê “Mem û Zîn”ê da qal kirîye ku di şênayîya cejna Newrozê da Memê û Tacdîn li Zînê û Sitîyê rast hatine û bi evîna wan bêhiş ketine. Her du xuşk çûne ser wan, ew jî bi evîna wan derdedar bûne û gustîlên xwe bi yên wan guhartine. Xanî li ser wê rewşa wan weha gotîye:
Sersal û xweşî ji dest bi der dan
Eyşê xwe bedel kirin bi derdan
Eyşê xwe bedel kirin
Li nav Kurdên Êzdî jî gelek caran gustîlkên bi wêneyê tawis dikine tilîyên xwe, û jinên Êzdî jî gustîl û xişirên (Guher) ji zêr yên bi wêneyê tawis bi kar tînin.[1]
Li navça Xorasanê hengulîsk (Gustîl) a bûkê ji aliyê malbata xort yan zava tê kirrîn û ya zava jî li stûyê malbata bûk e. Gava li şîranî şeker tê şikandinê û Aqid xutba eqdê xwend, êdî bûk û zava bi hev re helal in û dikarin destê hev bigirin vêca gustîl tên guhertin û divê bi tiliya ku hengulîsk tê da hatiye kirin bi lêva hev hinguv bidin. Bûk li wê pirr şerm dike lê zava tiliya wê gez dike.
Ji pirtûka Sêxiştiyên Xorasanê
Te ku degût ez mêr nakim
Engûşterê xwe zêr nakim
Caylê xelkê bêdil nakim
Ez şivanê kavir, gîskan,
Diçêrînim dora nîskan,
Sa te tînim hengulûskan.
Enguşterê te heqîq e,
Min sa tera kire dîx e,
Nivîsîne exd û sîxe.
Enguşterê te tela ye,
Gepkirinê te sela ye,
We derdê te mubtela ye. [2]
Bistîl, gustîla nakeve bêçiya (tiliya) nîşandanê (eşhedê) û tiliya babelîçê (belîcan, tiliya gustîrkê, pêçiya li rû qilîçkê), ji bo tiliyên din. Ji bo yên pirr mezin in jî bistîl dibêjin.
Gustîl, navê giştî û ya standard dikeve babelîçê
Gustîlk, gustîrk wateya biçûk û şîrîniyê dide
Hingulîsk, hangulîsk, ingîlîs, hingustîr ji devokan e. Bingeha wê wê ji dimilkî engur, engişteyê tê, ango engur+gustîl+(ik)
Cewerê gustîlê
Gustîl bi gelemperî ji zêr an zîvê ne. Bi taybetî jin hez ji gustîlêl almastê dikin.
Nîşana marîbûnê (zewac)
Li gelek welatan di marîbûnêv de dustîlê dikin babelîçê (yan tiliya gustîlê) ya destê çepê ku ev nîşana nîşanîbûnê ye. Destê rastê be, parcot marî bûne (zewicîne).