Daimler yekem motora benzînê ya zû diajo çêkiriye û ew di amyareke çarçerxeyî dê bikaranîye. Bi kurtî yek ji giregiran e ku bingeha otomobîlên nûjen avêtine.
Sala 1890ê Daimler Motoren Gesellschaftê (DMG) dadimezirînin û yekemîn otomobîla xwe sala 1892ê de difiroşin. Sala 1924ê fîrmaya wan tevlî fîrmaya Karl Benz Benz & Cie. dibe û sala 1926ê de navê fîrmayê dibe Daimler-Benz AG ku ev îro girêdayî Daimler AGê ye.