Gola Xamirpêtê ya Piçûk (di salên dawî de dewleta Tirk navê wê kir Küçük Akdoğan gölü) ji du golên Xamirpêtê ya piçûk e. Di navberâ Gimgim û Xinûsê de ye. Li ser Çiyayên Xamirpêtê ye.
Li bakurê rojavayê Gimgimê dikeve. Ji aliyê kûraniyê ve ji Gola Xamirpêtê ya Mezin kûrtir e. Kûraniya wê digihîjê 47 m yê.[1] Rûbera wê 149 km², bilindahiya wê ji rûyê avê 2.173 m ye. Rengê wê ne wekî ya mezin kesk lê şîn e. Ji binîve herkîna wê berî bi ya mezin heye.
Golên Xamirpêtê golên volkanîk in. Navê wê ji ar (agir) û pêtên xam ên volkanan tê. Ango xam+ar+pêt bûye Xamirpêt.
Çavkanî