Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên soranî, fransî û îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî. Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
Gotarên neewle yan bêkalîte wernegerînin. Heke gengaz be, çavkaniyên gotara wîkiya din jî lê zêde bikin.
Pêwîst e ku ji ber mafên telîfê di kurteya guhartinê de ev nivîs ji Wîkîpediyaya din hatiye wergerandin were nivîsin. Mînakeke nivîsina kurteyê: Nivîsa vê guhartinê ji gotara Wîkîpediyaya soranî [[:ckb:فرێدریک شۆپان]] hatiye wergerandin; ji bo dîroka gotarê binêre wê rûpelê.
Divê li beşa çavkaniyan a rûpelê şablona {{werger çavkanî|ckb|فرێدریک شۆپان|oldid=numeraya guhartina dawî}} zêde bikî.
Frédéric Chopin (bi polonî: Fryderyk [Franciszek] Chopin, carina jî Szopen, bilêvkirina kurdî: Fransiwa Şopin), (1 adara 1810an – 17 çiriya pêşîna 1849an) muzîkdaner û piyanovanê navdarê Poloniyayî ji rêbaza romantîsîzm. Ew ji mezintirîn muzîkdanerên piyanoyê dihêt hesibandin.
Jînenîgarî
Chopin li Zelazowa Wola, nêzî Warşovaya paytext li bavekê Fransî û daykeka Polonyayî hat dinyayê. Daybabên wî ew li jiyê 4 saliyê fêrî piyanoyê kir. Muzîkdanana (kompozîsyona) wî ya herî pêşîn li sala 1817ê, hêşta heft salî hat belavkirin.
Dema jiyê wî bîst sal bû, çû Parîsê. Ew li Parîsê wekî dersdêrekê piyanoyê yê herî navdar hat niyasîn. Wî dest ji muzîkdananê berneda. Wî têkhilîyeka gelek nêzîk bi George Sandî re çêkir.
Li sala 1838ê tûşî nexweşiya êşa zirav bû. Sandî heta sala 1847ê sexbêrî lê kir. Piştra, ew ji hev cida bûn û heyamekê piştî hingî Chopin bi wê nexweşiyê mir.
Bandora wî
Herçind e Şopin li welatê bûna xwe, Polonyayê dûr jî bû, evîna wî welatê bi şeran ji hevhilweşyayî her di dilê wî da mabû. Mazurkayên wî xema muzîka gelêrî ya Polonyayê digehînin.
Muzîka wî gelek romansî û evînî ye û kartêkir û bandorek mezin li ser gelek muzîkdanerên dî, mîna Franz Liszt hebûye.