Famîleya bîberên reş

îlustrasyona Bîbera reş (Piper nigrum)

Famîleya bîberên reş (Piperaceae) famîleyeke riwekan, ji desteya bîbera reşiyan (filfilkiyan) Piperales e. Bi pênc cinsan, 3600 endamên vê famîleyê hene. Di hin tomarkirinan de hejmara cinsan 12 hatiye tomarkirin. Navdara vê malbatê bîbera reş e ku wekî biharbêhn tê bikaranîn.

Sîstematîk

Berê celebê Peperomia bi serê xwe wekî famîleyekê dihate binavkirin, famîleya Peperomiaceae (A.C.Smith). Niha ev celeb jî tevlî Piperaceae hatiye kirin. Famîleya Piperaceae sala 1792yê ji aliyê Paul Dietrich Giseke ve, di Praelectiones in ordines naturales plantarum, r. 123 û 13ê hezîranê 1824ê ji aliyê Carl Adolf Agardh ve, di Aphor. Bot., r. 201yê de bi navê îro hatiye binavkirin.

  • Piperoideae Arnott (Syn.: Peperomioideae): Bi du cinsan, 3600 endam:
    • Peperomia (Peperomia Ruiz & Pav.): Bi qasî 1600 cure.
    • Bîbera reş (Piper L., Syn.: Anderssoniopiper Trel., Arctottonia Trel., Artanthe Miq., Chavica Miq., Discipiper Trel. & Stehlé, Lepianthes Raf., Lindeniopiper Trel., Macropiper Miq., Ottonia Spreng., Pleiostachyopiper Trel., Pleistachyopiper Trel., Pothomorphe Miq., Trianaeopiper Trel.): Bi qasî 2000 endaman.
  • Zippelioideae Samain & Wanke: Bi du cinsan û şeş endaman.
  • Verhuellioideae Samain & Wanke: Tekane celeb:

Çavkanî