El País ("Welat") rojnameya herî mezin û navneteweyî ya Spanyayê ye.
Sala 1976'î, piştî mirina dîktator Francisco Francos hatiye damezrandin. Ji bo bipêşxistina demokrasiyê li Spanyayê û pêşîlêgirtina darbeyên leşkerî vê rojnameyê roleke mezin lîstiye. Di çapa 23ê sibata1981ê rojnameyê wekî sernivîs hişyariya darbeyeke leşkerî ya nû kiriye û pêşî li darbeyê daye girtin.
Nêrîna rojnameyê mirov dikare wekî çepa lîberal binavbike. Nêzîkayiya rojnameyê bo sosyalîstên Spanyayê heye. Gelek nivîskar û kesayetiyên navdar ên Spanyolî jî ji vê rojnameyê re dinivîsînin. El Paisê gelek caran cih daye pirsgirêka Kurdan û rewşa li Kurdistanê jî.
Malpera wî jî heye û weşana dijîtal dike. Gelek kovar û bernameyên TV yan jî amade dike. Rojname ji aliyê fîrmaya grûba medyayê PRISA ve tê derxistin. Tîraja rojnameyê (ji xeynî kovaran) li dora 500.000î ye.