Dep (bi tirkî: Karakoçan) girêdayî Mezrayê / Elezîzê ye. Dep bi rêbejahî 102 km dûrî bajarê Elezîzê ye. Navbera Depê û Çewlîgê (Bîngol) jî bi rêbejahî 50 km ye. Reya ku ji Elezîzê tê û aliyê Çewlîgê heya Wanê diçe, ber Depê rê derbaz dibe. Dema hîna bajêr biçûk bû va reya bajêr 4 km dûr bû. Lê niha bajer berî bi aliyê rê de jî çûye û xwe gihandiye rê.
Erdnîgarî
Cî û tixûbên bajêr
Sînorên Depê li bakur bi Gêxiyê ve, li rojava bi Mêzgirtê ve, li başûr bi Qowanciyan re û li rojhilat jî bi Bîngolê ve tê girêdan. Pîvana erdê Dep ê 1.085 km² ye û bajêr ji rûyê avê 1.090 m bilind e. Rewşa hewayê bi havînan pir germ û ziwa, zivistanên jî sar derbas dibe.
Herêma ku bajêr di tê de ye bi Kurdî Oxî tê binavkirin. Dep heya sala 1936'î gundekî Oxiyê bû û di sala 1936'î de bûye bajêrok navçe. Berê bajêrokbûna Depê melbenda Çanê girêdayî Gêxiyê, melbenda Oxî û Lexanê jî girêdayî Paloyê bû. Van hersê melbend bi navê bî Tirkî Karakoçanê dibe bajêrokê Xarpêtê
Çemê Pêrê: çavkaniya Pêrê li bajarê Gêxiyê ye. Çemê Pêrê wekî sînorê di navbera Depê û Nazmiye (Qisle) û Mêzgirtê di başûr de diherike gola Kebanê. Li ser çemê Pêrêyê sê pirê ji beton û sê pirê ji dar hene. Di bihar û payîzê de ne gengaz e ku, mirov derbazî hêla din bibe.
Çemê Oxîyê li gundê Sarican derdikeve, ji nav Depê re derbaz dibe û li nêzikê gundê Golanê dikeve nav çemê Pêrê.
Aborî û civak
Aboriya Depê li ser çandinî û ajaldariyê ye. Pir kes ji welêt diçin dewletên Ewropa ji bo karkirinê. Ew ji lêzimên xwe re pereyan dişînin û di warê aborî de alîkarî dikin. Erdê ku ji çandiniyê re munasîb e 417.000 dekar e. Ew jî ji sedî 38 (38 %) erdé Depê ye. Tenê 10 %ê vê axê avî, yên din bej e.