Dîno an jî Hozan Dîno yan jî navê wî yê rastî Yusuf Şahin (jdb. sala 1969 li gundê Xewiskar, Hasköy, Erdexan)[1] hunermendekî kurd e.
Jînenîgarî
Dîno di sala 1969an de li gundê Xêwîsqerê girêdayî Erdexanê jidayikbûye.[2][3]
Dibistana xwe ya yekem û ya navend li Navca Xasê (Hasköy, Xoçvan) qedand. Dibistana xwe ya bilind li Dibistana Mamosteyan a Gumuşxane berdewam kir û piştî vê derbasî Stembolê bû. Ji ber sedemên şexsî mecbûr ma dibistana maomosteyan di sinifa dawî de biterikîne.[4]
Piştî demekê ew di çarcoveya Navenda Çand a Mezopotamya de cara ewil tevlî xebatên muzîkê dibe. Lê ji ber sedemên aborî heta demekê dev ji xebatên xwe yên muzîkê berdide. Di wê demê de (salên 90'i) şerek li dijî kurdan destpê kiribû, yê ku hê bênav bû û Dîno jî di bin tesîra vî şerî mabû. Lewra di sala 1995'an de ji ber 'piştgiriya rêxistineke qedexe' hat binçavkirin.
Di dema ku li Kurdistanê dijî di derbarê jiyana xwe yê li Kurdistanê wiha behs dike:
“
|
Dema ku me li muzîkê guhdarî dikir me paceyan digirt, Ger em li malê bûna, me dê pencereyên malê jî bigirtana, Ji ber ku me nizanîbû wê çi were serê me.
|
”
|
Piştî ku serbest dimîne di sala 1998an de mecbûr dibe ku welêt biterikîne.
Dîno li ser li mafê penabertiyê li Holendayê dijî. Di werê jiyana xwe yê li sirgûnê wiha dibêje:
“
|
Ez panzdeh sal bû li sirgûnê mam û dema hatim min dît ku gelek xizm mezin bûne. Dema ez hatim gazî min kirin mam û mamê min, min wan nas nekir, lê piştre min ew nas kirin. Dibe ku her kes bi navînî bîst peyvên Îngilîzî hebin lê ne bîst peyvên Kurdî.
|
”
|
[5]
Hunera Muzîkê
Dîno bi alîkariya Mîr û Kom Muzîkê çar albûm da weşandin. Taybetiya herî balkêş a albumên xwe ev e ku gotin û muzîk bi tevahî ya Dîno ne. Bi dengê xwe yê bêhempa ew xwe ji gelê kurd re da qebûlkirin û cihê xwe yê metîn di nava muzîka kurdî de girtiye.
Hozan Dîno hunera xwe bi vî havi dide nasîn:
“
|
Ez hewl didim ku bibim hunermendê ew gelê ku evîn û azadiyên wî hatine dizîn, hêviyên wî bi paş de hatine xistin, kêfxweşiya wî nehatiye zindî kirin û yê ku, wekî ji mirovatiyê re ders bide, hê jî li ser pîyan e.
|
”
|
Dîno bi taybetî bi strana xwe ya "Lê dayê" bi nav û deng e.
Dîskografî
Albumên Stûdyo
- Lê Dayê (2002)
- Çû (2005)
- Namûs (2007)
- Dîsa Çu (2011)
- Roj (2020)
Fîlmnîgarî
Klîb
- Oy Yarê (2009)
- Çû (2009)
- Şev Bi Tarîya Xwe Tirsya (2013)
- Were Gulê (2015)
Çavkanî
Girêdanên derve