Cureyên bi kêmtirîn metirsî (LC), di lîsteya sor a IUCN de ji bo cureyên ku nifşa wan ne di bin xetereyê de ye tê bikaranîn. Cureyên ku bi giştî pir hene di bin vê kategoriyê de tên lîstekirin.
Di lîsteya cureyên bi kêmtirîn metirsiyê de 14033 cureyên ajalan, 101 bincureyên ajalan, 1410 cureyên riwekan, 55 bincureyên riwekan û 35 varyete hene.[1] Herwiha du bingelheyên (populasyon) ajalan di vê kategoriyê de hatine lîstekirin. Di vê kategoriyê de ti kuv an jî protîsta nîn in, jixwe tenê çar cureyên kuvan di lîsteya IUCN de ne.
Mirov jî di vê kategoriyê de hatine lîstekirin û di sala 2008an de di lîsteya IUCN de hatiye pejirandin.[2]
Hinek cureyên vê kategoriyê li jêr in: