Can Dündar (jdb. 16 hezîran 1961 , Enqere ) lêgerîner, rojnamevan , derhênerê dokumanteran ê tirk e.[ 1]
Jiyan
Dibistana amadeyî li Lîseya Enqereyê ya Ataturk bi dawî kiriye. 1982yê ji Fakulteya Zanistên Siyasî yaa zanîngeha Enqereyê destûrdar bûye. Wî di çapemeniya tirkî mîna Yankı , Hürriyet , Nokta , Haftaya Bakış , Söz û Tempo de nivîsiye. Sala 1986ê li Brîtanyayê di dibistana London School of Journalism de dixwîne.[ 2]
Di Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ ) beşên zanînên aborî - gerînendeyî û birêvebirina gelemperiyê de, perwerdeyê dibîne.
Sala 1988ê dikeve medyayê, ti saziya fermî ya dewletê TRTê de dest bi kar dike. Herwiha di kovarên Aktüel û Yeni Yüzyıl û rojnameyên tirkî Sabah û Milliyet de nivîsiye. Niha jî di rojnameya Milliyet de kar dike.[çavkanî hewce ye ]
Armanca xwe
Gorî hinekan ve ew kemalîstek e.[çavkanî hewce ye ] Gelek jî wî wekî demokratek bibîrdixin.[çavkanî hewce ye ] Dixwaze astengiyên pêşiya çand û zimanê kurd rabin. Lê bo tayînkirina çarenusa kurdan , wekî kemalîst û çepa tirkî difikire. Ango qedera kurdan bi berjewendiyên tirkan ve girê dide.[çavkanî hewce ye ]
Çavkanî
Girêdanên derve
Navneteweyî Neteweyî Yên din