Nûredîn Edurehman ji ber ku li parêzgeha Xorasanê li bajarê Cam'a ji dayik bûye weke Camî hatiye naskirin. Piştî çêbûna wî bi çend salan malbata wî bar dike Heratê. Li Zanîngeha Nîzamiya ya Heratê xwendina matematîk, wêjeya erebî, zanista xwezayê û felsefeya îslamê dike.[1] Piştre li pey zanistên cîhanê çû li Semerkantê xwendinê bike. Edurehman Camî mirovekî girêdayî terîqeta Neqşîbendiyê bû.
Camî di jiyana xwe de gelek berhem (pexşan, dîwan û name) nivîsandine.
Berhemên wî
Biharistan
Diwanha-ye Sehganeh (Dîwana sêgane)
Fawa ed Ziya'iya fi sah al'Kafiya
Haft Awrang (Heft text)
Jame -esokanan-e Kaja Parsa
Lawa'ih A treatise on Sufism (Roniyê)
Nafahat al-Uns (Henaseyên Bratiyê)
Resala-ye manasek-e hajj
Resala-ye musiqi (Rîsaleya musîqî)
Resala-ye tariq-e Kvajagan
Resala-ye sarayet-e dekr
Resala-ye so al o jawab-e Hendustan
Sara-e hadit-e Abi Zarrin al-Aqili
Sar-rešta-yetariqu-e Kājagān
Shawahidal-nubuwwa (Nîşanên cuda yên pêxemberiyê)
Tajnīs 'al-luġāt Xebateke ferhengî ya zimanê farisî û erebî.[2]
Tuhfat al-ahrar
Çavkanî
^Rizvi, Sajjad. "The Existential Breath of al-rahman and the Munificent Grace of al-rahim: The Tafsir Surat al-Fatiha of Jami and the School of Ibn Arabi". Journal of Qur'anic Studies.