Dr. Bedirxan Sindî (Rojbûn 1943 li Zaxo li Başûrê Kurdistanê) nivîskar, helbestvan û wêjevanekê kurd e.[1]
Jiyan
Di sala 1943 an de, li bajarê Zaxoyê ji dayîk bûye. Di sala 1966 an de, li Îraqê zanîngeh bi dawî aniye û di sala 1979 an de, li Ingilîstanê doktora wergirtiye. Her ji sala 1960ê, dest bi nivîsîna helbestan kiriye.
Mişe gotar, vekolîn û helbest bi kurdî û erebî jî, di kovar û rojnameyan de belav kirîne. Wî ji destpêkê helbest li ser qalibê klasîkî divehandin û gelekî tê de biserkeftî bû, paşê yên serbest jî nivîsîn. Gelek helbestên wî yên bû ne stran. Çend pirtûkên wî bi zimanê kurdî û erebî çap bûne.
Berhem
Ev pirtûkên jêrî gehandîne çapê:
- Civata kurdî di edebê wîda
- Sadiq Behaeddîn Amêdî nivîskarekî kurd e, 1983
- Memê Alan ji kurdî wergerandiye erebî
- Zêmarên Çiyayî,hozan
Helbest
- ASO (bûye sitrane ji hêla tahsîn taha ve hatiya gotine).
- EY FELEK (bûye sitrane ji hêla şivan Perwer ve hatiya gotine).
- BÊRÎVAN (bûye sitrane ji hêla tahsîn taha ve hatiya gotine).
- EZ KEÇIM KEÇA KURDANIM (bûye sitrane ji hêla Gulbuhar ve hatiya gotine).
Çavkanî
Girêdanên derve