Bazê Dostikî, Bazê Kurdî,[1][2]Baz[1] an jî Ebû Ebdullah Huseyn bîn Dostik Elbaz damezrênerê dewleta kurdan a Merwaniyan e.[3]
Jiyan
Baz bi îhtîmaleke mezin li gundekî kurdên serdema navîn ê bi navê Kurmas (İncekaya) ji dayik bûye, ku di newala çiyayên Bahasna de di navbera bajarokên Xîzan û Sêrtê de, li başûrê rojavayê Gola Wanê bû. Di derbarê jiyana wî ya kesane de pir tişt nayê zanîn. Baz di eslê xwe de rêberê komeke çekdar bû. Tê bawerkirin ku axa bavê wî, ku federasyoneke eşîrên kurd bû li dorûbera bajarokên Sêrt û Bidlîsê ku bi awayekî fermî ji bo Hemdaniyan wilayetî dikir, li wî mîras maye.[3][4][5] Baz ji eşîra Hemîdî (Hevidi) an Çêharbuxtî ( Çar Botan) bû. Lêbelê ew jî ji hêla eşîra Dostikî, ku îro wekî eşîra Doskî li herêma têne zanîn, ve dihat îdîakirin, ji ber ku li navê wî Dostikî hebû. Xwişkeke wî bi navê Fehm û birayek bi navê Ebû'l-Fawaris Hasan hebûn. Ebû'l-Fawaris di şerekî li dijî xanedana Biweyhî de di 987-988an de hatiye kuştin.[3]
Pira Malabadî ya dîrokî ya li Farqînê navê Bad (Baz) lê ye. Malabadî bi kurdî tê maneya "mal û milkê xerab". Koka Eşîra Badikan (eşîr) a ku li herêma Diyarbekir û Mûşê hebûna xwe didomîne, li ser Bad (Baz) e. Serokê Eşîra Badîkan Wekîlê Mûş’ê Zekî Eker e.[6][7]
Mirin
Baz di şerê li dijî Hemdaniyan de hatiye kuştin. Tê gotin ku gora wî li Sûrê ye.[8]