Android

Android
  • Mobile operating system Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Android Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Android
ZimanPirzimanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 23 îlon 2008 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
  • Rich Miner
  • Andrew Rubin
  • Google
  • Open Handset Alliance Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jê çêbûyî
  • ColorOS
  • LineageOS
  • CyanogenMod
  • Remix OS
  • Replicant
  • OmniROM
  • EMUI
  • Fire OS
  • MIUI
  • One UI Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Linux kernel
  • Bionic
  • Dalvik VM (2008–2014)
  • Android Runtime (2014–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
MaskotBugdroid Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.android.com
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Android (navê androidê ji peyva yewnanî ya androides tê ku wateya wekê mirovan) pergaleke xebitandinê (sîstemeke xebitandinê) ya mobîlê ye ku li ser bingeha guhertoyek guhêzbar a kernela Linux û nivîsbarê din ên çavkaniya vekirî ye ku di destpêkê de ji bo amûrên sivikên wekî telefonên destan û tabletan hatiye çêkirin. Android pergala xebatê ya komputerê ye ku li seranserê cîhanê pergala xebitandinê ya herî zêde ye ku tê bikar anîn. Ji cotmeha sala 2024an ve Android ji %45 ji bazara pergala xebitandinê ya gerdûnî vedigire û li piştê androidê ji %26 Windows bazara gerdûnî ya pergala xebitandinê vedigire.[1]

Android di dîrokê de ji aliyê konsorsiyomeke pêşdebiran ve hatiye pêşve xistin ku wekî Hevbendiya Destana Vekirî tê zanîn lê guhertoya sîstemê ya ku herî zêde tê bikar anîn di serî de ji aliyê Google ve hatiye pêşve xistin. Sîstema xebatandinê di meha mijdara sala 2007an de hatiye ragihandin û yekem telefona Androidê ya bazirganî HTC Dream e ku di îlona 2008an de hatiye ragihandin.

Dîrok

Di havîna 2005an de Google şirketa Android a ku di havîna 2003an de hatibû damezirandin kirî. Di wê demê de Android hê nedihate nasîn. Tenê dihate zanîn ku evya pergalan ji bo telefonên bêrikê amade dikir.[2]

Di 5ê çiriya paşîn 2007an de Google da nasîn ku ewê bi hevkariya 33 endamên Open Headset Alliance ji bo telefonên bêrikê pergaleke xebitandinê ya bi navê 'Android' pês bixe.[3] Ji 11'e çiriya pêşîn 2008an pêve Androîd êdî bi awayeke fermî ji raya gistî re amade ye.[4]

Yekem guhêzbarê ku bi alîkariya pergala xebitandinê ya Android kar dikir smartphone a bi navê HTC Dream bû û ev di 22ê çiriya pêşîn 2008an de li DYAyê bi rêya T-Mobile G1 kete piyasê. Yek ji taybetiyên vê smartphoneê ev bu ku karibû Global Positioning System bikarbîne û xwediyê sensorên hereketê bû jî. Herwiha, ev taybetî heta îro beseke bingeh a Androidê ye. Ji wir û pê ve gelek guhêzbarên reng bi reng ên sîrketên cuda hene û bi Androidê kar dikin. Ji sala 2010an heta îro Google êdî guhêzbarên xwe yên Androidê jî bi xwe amade dike, wek guhêzbarên Nexusê.

Ekran û bikaranîna androidê

HTC Dream: Yekemîn guhêzbarê piyasê ku bi rêya Aandroid kar dike.

Bikarhênerên Androidê wê bi rêya touchscreen (ekrana destdayînê) û çend tûşên software an jî hardware bikartîne. Ji vê bêhtir gelek sepanên cuda hene, yên ku digel birêvebirîna axaftinê karin bên bikaranîn. Rûyê bingeh ê ekranê ji 3 heta 7 ekranên destpêkê pêk tê û her yek ji wan rûyê guhêzbarê tijî dike.

Kenarê jorîn wek 'perpaza agahiyan' kare bê dîtin: Li milê xwe yê rastê agahiyên derheqê saet, rewsa sarjê, girêdana înternetê, bluetooth û WLANê nîsan dide. Li milê xwe yê cepê jî agahiyên derheqê pergalên aktîf û peyamên cûr bi cûr (wek ên pergalê) hene.

Çavkanî

  1. ^ "Desktop, Mobile & Tablet Operating System Market Share Worldwide". StatCounter Global Stats (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.
  2. ^ Google Buys Android for Its Mobile Arsenal (Google Androidê jo bo guhêzbarên xwe dikire), dîtin: 04.01.2010
  3. ^ Google unveils cell phone software and alliance, dîtin: 2010-01-12, ji orîjînalê di 14 adar 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 gulan 2013
  4. ^ Android is now available as open source, dîtin: 07.01.2010[girêdan daimî miriye]