Şerefxan Cizîrî (jdb. 1955, Qamişlo, Rojavaya Kurdistanê), dîroknas û siyasetmedarekî kurd e.
Di sala 1955an de li Qamişlo hatiye dinyayê, perwerdeya seretayî û navîn li Mêrdîn û Nisêbînê diqedîne. Di Sala 1975an de diçe li Swêdê bi cîh dibe. Li Unîversîteyên Stockholm û Uppsalayê li ser zanyariya siyasetê, dîrokê û ramana dîrokê dixwînê, di sala 1986an de teza xwe ya masterê pêşkêş dike. Li vî welatê bi awayek çalak siyasetê dike û endamê Navenda Partiya Çep a Swêdê bû. Li Stockholm (Huddinge) alikarê serokê şaredariyê, endamê meclisa şaredariyê, serokatiya komîsyonan jî dike.[çavkanî hewce ye]
Şerefxan Cizîrî di gelek kovar û rojnameyên kurd de gotarê kulturî, ramangerî û edebî nivîsandine. Li Zanîngeha Mêrdînê dersên edebiyata devkî dane şagirtên lîsansa bilind.[çavkanî hewce ye]
Pirtûkên nivîskar
- Yazarlik Ve İdeolojî, 1986
- Tarih ve Uygarlık, 1991 Cilt Bir
- Raman û Kultur, 1996
- Tarih ve Uygarlık, 1997 Cilt İki
- Bize Bir Felsefe Lazım, 1999
- Kultur û Edebiyata Devkî, 1999
- İskandinav Modelî, 2000
- Omeriya Mirsom, 2009
- Edebiyata Devkî û Sosyalîsazyon, 2011
- Tarih ve Uygarlık, 2017 (Iki cilt birlikte)
Amade ji bona çapê
- Edebiyata Devkî û Şer
- Mirov Çima Dinivîsîne
- Bize Bir Siyaset Lazım
Rojnamên ku gotar tê de nivîsandine (weşanên nivîskî)
Karên online
Çavkanî