Çemê Sor[1], çemê Qizilirmaq[1], navê wê yê berê Halîs (bi yewnanî: Ἅλυς, Halys û ermenî: Ալիս, Alis) bû, îro bi tirkî: Kızılırmak), çemê herî dirêj ê Tirkiyeyê ye. Dirêjbûna wî 1.355 km ye. Çem ji navçeya MacîranaSêwasê derdikeve û ber bi Deryaya Reş ve diherike. Li BafrayaSamsunê dikeve deryayê.
Çemê Sor piştî Şerê Halîsê yê di 28ê gulana 585an berî zayînê de bi dawî bûyî de, bû tixûbê navbera her du împeratoriyên Lîdya û Medî.